Murad Omerî 25 sal in zarokan fêrî mûzîkê dike

Mamosteyê mûzîkê yê ji bajarê Amûdê Mûrad Omerî, ji 25 salan ve ciwan û zarokan fêrî amorên mûzîkê dike.

Qamişlo (K24) – Mamosteyê mûzîkê yê ji bajarê Amûdê Mûrad Omerî, ji 25 salan ve ciwan û zarokan fêrî amorên mûzîkê dike. Mûrad Omerî giringiyeke mezin dide hînkirina zarokan û armanca wî ew e, dengê mûzîkê bi ser dengê top û tivingav bikeve.