Êdî li Fransayê bikaranîna maskan neçarî nîne
Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand; ji sibê ve biryara bikaranîna maskan dê neçarî nebe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand; ji sibê ve biryara bikaranîna maskan dê neçarî nebe, eger li cihên qerebalix nebin.
Jean Castex diyar kir ku bi awayekî neçaverêkirî rewşa tendirustiyê ber bi baştir ve diçe.
Castex eşkere kir ku ji 17ê Hezîrana 2021ê şûnde, li cihên vekirî, bikaranîna maskan neçarî nîne.
Serokwezîrê Fransayê destnîşan kir ku ew ê hêdî hêdî rêkarên xweparastina ji Koronayê (Covid-19) sivik bikin û demjimêr 23:00ê şeva yekşema bê, qedexeya hatûçûnê ya ku li hinek deveran hatibû ragihandin, were rakirin.
Jean Castex diyar kir; îhtimala mezin ew e ku heta dawiya meha Tebaxê, nêzîkî 35 milyon Fransî vaksîna Koronayê werbigrin.