Rehman Xerîb: Divê demildest biryara girtina nivîsgeha Kurdistan24ê were betalkirin

Berpirsê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ragihand; nabe dengên cuda werin qutkirin.

Berpirsê Navenda Metroyê Rehman Xerîb
Berpirsê Navenda Metroyê Rehman Xerîb

Hewlêr (K24) – Berpirsê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ragihand; nabe dengên cuda werin qutkirin, hemû pêngav divê bi yasayan muamele ligel wan were kirin, biryara Rêveberiya Xweser ya li ser girtina nivîsgeha Kurdistan24ê, biryareke gelek xirab e, divê desthilatdarên PYD û Rêveberiya Xweser demildest vê biryarê betal bikin.

Li ser mijara girtina nivîsgeha Kurdistan24ê ya li Rojavayê Kurdistanê, Berpirsê Navenda Metroyê ya li Herêma Kurdistanê Rehman Xerîb ji K24ê re ragihand: “Girtina her kanalek ji aliyê her desthilatekê ve, paşveçûn e. Biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, biryareke gelek xirab e û ligel prensîpên azadiya rojnamegeriyê nagunce."

Rehman Xerîb eşkere kir: “Daxwaza me ji Rêveberiya Xweser ew e ku demildest vê biryarê betal bikin, bila Kurdistan24 bi azadî karê xwe bike, meseleya pîşeyîbûn û pîşeyînebûn jî, bi qutkirina dengan ve pêwendiya wê tune, ev mijareke yasayî ye.”

Xerîb destnîşan kir: “Her kanalek, li her cihekî bixebite, divê li gor yasayan bi wan re muamele were kirin, ne bi pêngava zextê ofîsa kanalê were girtin, çimkî girtin û binpêkirina azadiya ramanan, li kîjan sîstemê biqewime, ew sîstem weke ne demokrat tê binavkirin û tê rexnekirin, ku em hêvî dikin desthilata Rojava, desthilateke demokratîk be û rêz li azadiya ramanan bigre, em hêvîdar in vê biryarê li ber çavan derbas bikin û demildest Kurdistan24 bi awayekî azad karê xwe bike.”

Roja 20 Hezîrana 2021, hêzên Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê nivîsgehên Kurdistan24ê girtin. Piştre jî dezgeha Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş rastiya karê Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem li eniya yekîtî û aştiya civakî bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana ji cîhekî din ve li ser wan hatiye sepandin.”

Fly Erbil Advertisment