Amerîka: Nabe desteserkiriyê biyanî yên DAIŞê heta hetayê di zindanên Sûriyê de bimînin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; divê welatiyên me yên desteserkirî yên li derve vegerin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; divê welatiyên wan ên desteserkirî yên li derve vegerin, ku bi salan e di rêzên rêxistina DAIŞê de şer kirine, nabe heta hetayê desteserkirî bin.

Di çarçoveya civîna welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, ku îro li Romayê birêve çû, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; komên cîhadîst li parzemîna Efrîqayê metirsîdar in û divê rûbirûyî wan bibin.

Antony Blinken herwiha got: “Bi deh hezaran çekdarên DAIŞê li bakurê Sûriyê ji aliyê hêzên Kurdî ve hatine desteserkirin, nabe heta hetayê ew çekdar li wê derê bimînin û venegerin welatên xwe.”

Blinken diyar kir: “Divê welatên endamên vê hevpeymaniyê, welatiyên xwe yên çekdar ên di rêzên DAIŞê de vegerînin û dadgehî bikin an jî têxin nav projeyên bernameyên çaksaziyê.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihandiye ku hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê, 63 hezar jin û zarok li kampan desteser kirine ku gumana DAIŞê li ser wan e. HRW eşkere dike ku ew ji 60 welatên ciyawaz, ji bo şerkirina di rêzên DAIŞê de hatine bakurê Sûriyê.