Jan Dost li ser kuştina Emîn Îsa: Zulma navxweyî bêtir civak û welêt wêran dike
Romannivîsê Kurd Jan Dost kuştina Emîn Îsa Elî şermezar kir û nivîsî: “Zulma navxweyî ji ya bînyanîyan bêtir civak û welêt wêran dike.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Romannivîsê Kurd Jan Dost kuştina Emîn Îsa Elî şermezar kir û nivîsî: “Zulma navxweyî ji ya bînyanîyan bêtir civak û welêt wêran dike.”
Romannivîsê Jan Dost li Twittera xwe nivîsî: “Ez pirr xemgîn dibim gava van wêneyên diltezîn yên ku malbata Emîn Îsa ji min re rêkirine, lê mîna erkekî û protestoya li himber hôvîtiyê divê belav bibin. Zulma navxweyî ji ya bînyanîyan bêtir civak û welêt wêran dike. Bêdeng nemînin.”
Emîn Îsa Elî roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî jî dibêje, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.
+18
— Jan Dost جان دۆست (@JanDost99) July 2, 2021
Ez pirr xemgîn dibim gava van wêneyên diltezîn yên ku malbata Emîn Îsa ji min re rêkirine, lê mîna erkekî û protestoya li himber hôvîtiyê divê belav bibin.
Zulma navxweyî ji ya bînyanîyan bêtir civak û welêt wêran dike. Bêdeng nemînin. pic.twitter.com/IhTs1M4AEX