Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê kêm dibe
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê û 2 kes li Reqayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 1 kes jî ji vê vîrusê baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18535 kesan, ji wan 1876 kes baş bûne û 763 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.