Li bajarên Bakurê Kurdistanê eleqeya bo vaksînê kêm e

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê nexşeya vaksîn û tûşbûnên heftane parve kir.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê nexşeya vaksîn û tûşbûnên heftane parve kir û li gorî nexşeyên hatine parvekirin li Diyarbekirê rêjeya vaksîbûnê %32.7 e û di tûşbûnên heftane de jî li Diyarbekirê ji her 100 hezar kesan 62 kes tûşî vîrusa koronayê dibin.

Wezaretê derbarê rewşa dawîn a Vîrusa Koronayê de 2 nexşe parve kirin. Nexşeyek rêje û hijmara bikaranîna vaksînê ya bajaran nîşan dide, nexşeyek jî tûşbûnên heftane yên bajaran nîşan dide.

Li gorî 2 nexşeyan jî li Diyarbekirê her ku diçe rewş xirap dibe. Di nexşeya tûşbûnên heftane de li Diyarbekirê navbera 26ê Hezîranê û 2yê Tîrmehê de ji her 100 hezar kesan 62,41 kes tûşî vîrusa koronayê bûne ku li Diyarbekirê navbera 19ê Hezîranê û 25ê Hezîranê de ji her 100 hezar kesan 55 kes tûşî vîrusa koronayê bibûn.

Ev yek nîşan dide ku li Diyarbekirê tûşbûna vîrusa koronayê her ku diçe zêde dibe. Nexşeyek din de jî rêjeya bikaranîna vaksînê ya bajaran tê nîşandan ku bajarên ku di warê rêza bikaranîna vaksînê de di rêzên dawîn de ne bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Li Diyarbekirê heta niha rêjeya bikaranîna vaksînê %32 ye li gelek bajarên Rojavayê Tirkiyeyê ev rêje ji %70yî zêdetir e. Di nava 10 bajarên ku herî gelek vaksîn bikaranîne de qet bajarek ê Bakurê Kurdistanê tine ye.  Li Diyarbekira ku serjimêriya wê 1 milyon û 783 hezar e heta niha derdora 530 hezarî vaksîn hatine bikaranîn û hijmara kesên ku 2 caran vaksîn li xwe dane jî derdora 145 hezarî ye.

Bakurê Kurdistanê