Amarên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin

Li gor amaran, hejmara pêketiyên Koronayê gelekî kêm bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û li gor amaran, hejmara pêketiyan gelekî kêm bûye.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 6 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Kobanê, 1 kes li Şehbayê û 2 kes li Dirbêsiyê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18540 kesan, ji wan 763 kesan jî canê xwe ji dest dane.