Li Herêma Kurdistanê 905 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 905 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 905 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 905 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 243 kes li Hewlêrê, 246 kes li Silêmaniyê, 395 kes li Duhokê û 21 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 691 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 86 kes li Hewlêrê, 224 kes li Silêmaniyê, 354 kes li Duhokê, 1 kes lı Helebceyê, 25 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Amarên giştî:
Pêketin: 191290
Mirin: 4561
Başbûn: 177901
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.