Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 272 kes li Hewlêrê, 223 kes li Silêmaniyê, 480 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan; 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 798 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 94 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 453 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 193270

Mirin: 4528

Başbûn: 179461

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.