Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê gelekî kêm bûye
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û li gor amaran, hejmara pêketiyan gelekî kêm bûye.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 7 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 4 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 1 kes li Reqa, 1 kes li Tebqayê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18547 kesan, ji wan 763 kesan jî canê xwe ji dest dane.