Wezareta Tendirustiyê: Rewş ber bi metirsiyê ve diçe
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hejmareke zêde ya pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hejmareke zêde ya pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.
Li gor zanyariyên K24ê, rewşa tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiya Koronayê, ber bi metirsîdarî ve diçe.
Jêderekî ji Wezareta Tendirustiyê ji K24ê re ragihand, wezaret pêşbîniya zêdebûneke metirsîdar ya Koronayê dike.
Wî jêderî destnîşan kir jî, hejmarek ji gumanlêkiriyên haletên vîrûsa Korona ya Deltayê jî li Herêma Kurdistanê heye.