Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê dest bi kar kir

Robert Palladino derçûyê fakulteya leşkerî ya ser bi artêşa Amerîka ve ye û pêştir jî çend postên dîplomasî wergirtibû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê nû li Hewlêrê Robert Palladino dest bi kar kir û Konsulxaneya Amerîka profayla wî li tora civakî belav kir. Li gor profaylê, Robert Palladino derçûyê fakulteya leşkerî ya ser bi artêşa Amerîka ve ye û pêştir jî çend postên dîplomasî wergirtibû.

Robert Palladino di meha Tîrmeha 2021ê de wek Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê dest bi kar kir. Palladino pêştir wek dîplomatkarekî di warê siyaseta derve û asayişa netewî de li Asya, Ewropa û Rojhilatê Navîn kar kiriye.

Robert Palladino di dawî postên xwe de, Serokê Desteya Stafê Cîgirê Wezîrê Derve, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve, Rêveberê Pêwendiyên Stratejîk û Berdevkê bi wekalet a Encûmena Asayişa Netewî bû. Herwiha hejmarek postên cuda di Nivîsgeha Karûbarên Taybet ên Asyaya Rojhilat, Herêma Okyanûsa Aram de û li Çîn, Vetnam û Îtalyayê kar kiriye.

Robert Palladino berî pêwendiyê bi Wezareta Derve re bike, li Asyaya Rojhilat û Ewropa di çarçoveya beşa yasayî ya ser bi artêşa Amerîka ve karê parêzeriyê kiriye.

Robert Palladino li Zanîngeha Notre Dame, li Zanîngeha Waşington and Lee û fakulteya Leşkerî ya Amerîkî xwendiye.

Fly Erbil Advertisment