3 leşkerên Tirkiyê li gundewarê Helebê hatin kuştin

Otomobîleke artêşa Tirkiyê li gundewarê Helebê rastî êrîşekê hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, otomobîleke wan a leşkerî li gundewarê Helebê rastî êrîşekê hat û di encamê de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê got jî, hêzên wan bersiva êrişê dane û bi tundî devera ku jê ve êrîş hatiye kirin topbaran kirine.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) otomobîleke artêşa Tirkiyê li devera Hizwan li bakurê rojhilatê Helebê armanc kiriye û hejmara kuştiyên leşkerên Tirkiyê jî gihîşt 3 leşkeran.

Diyar kir jî, piştî êrîşê jî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên ku di destê YPGê û Encûmena Leşkerî ya Babê de ne, bi zêdetir ji 200 topan topbaran kirin.