Li Diyarbekirê pakêtek bû sedema tirseke mezin

Li Diyarbekirê li nêzîkî avahiya parêzgarî û avahiya rêveberiya Polîsên Yenîşehîrê pakêtek gumandar hat dîtin. Pakêt bû sedema tirsê.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê li nêzîkî avahiya parêzgarî û avahiya rêveberiya Polîsên Yenîşehîrê pakêtek gumandar hat dîtin. Pakêt bû sedema tirsê.

Her çar rêyên ku derdikevin xala ku pakêt lê, ji çûnûhatê re hatin girtin. Tîmên jinavbirina bombeyan li ser pakête lêkolîn kirin. Pakêt kûtiyeke kaxez ya vala derket.

Îro sêşemê 3ê Tebaxa 2021ê di demjimêrên nîvro de li ser rêya di navbera avahiya Parêzgerî û Navenda Rêveberiya Polîsan ya Yenîşehîrê pakêtek hat dîtin.

Li ser gumana ku dibe ku di wê pakêtê de teqemeniyek hebe polîs hatin cihê bûyerê û her çar rê girtin.

Tîmên jinavbirina bombeyan di lêkolîna xwe de tesbît kirin ku ew pakêt kutiyeke kaxez û vala bûye. Piştî lêkolînan rê ji çûnûhatê re hatin vekirin.

Fly Erbil Advertisment