Seroka Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahiyê li damezirandina PDKê dike
Seroka Parlamentoya Kurdistanê bo PDK: Hêviya berdewamiyê di xebata siyasî û têkoşînê de ji we re dixwazim ji bo gihîştina bi armancên meteweyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq bi boneya 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyamek arasteyî Serok Barzanî, Polîtburoya PDKê û Encûmena Serkirdatiya PDKê dike.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq di peyama xwe de got: “Bi boneya 75emîn a salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, ciwantirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî cenabê we û tevahiya endam û alîgirên PDKê dikim, hêviya berdewamiyê di xebata siyasî û têkoşînê de ji we re dixwazim ji bo gihîştina bi armancên meteweyî û niştimanî û bidestxistina tevahiya xwastek û daxwazên rewa yên Kurdistaniyan bi giştî.”
Di beşeke din a peyamê de hat: “Niha Herêma me rûbirûyî çendîn prisên mezin ên siyasî, ewlehî, aborî, civakî û tendirustî dibe, ev hemû jî ji me dixwaz dike ku nakokiyên siyasî û berjewendiyên partîtî û pirsgirêkên navxweyî bidin aliyekî û hevtêgihîştina hevbeş bikin wek bingehek ji bo yekxistina dozên niştimanî û parastina serwerî û berjewendiyên bilind ên miletê me û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, bi arasteya bidestxistina daxwazên gelê Kurdistanê li ser tevahiya astan û hemû warên cuda de.”