Çarenivîsa pêwendiyên Enqere û Kabulê di serdema Talîban de
Enqere (K24) – Bêguman yek ji dewletên ku geşedanên li Efganistanê ji nêz ve dişopîne Tirkiye ye. Tirkiye di daxuyaniyên xwe yên li hemberî Talîban de zimanek bibalans bikar tîne û wisa xuya ye ku Enqere ji bo teqezkirina siyaseta xwe ya Efganistanê çaverê ye ku li deverê aramî ser bikeve. Li gorî beşek ji şarezayên babetê ji ber sedemên stratejîk Tirkiye dixwaze bi Talîban re pêwendiyên baş birêve bibe.
Bi bidestxitina kintrola Kabûla paytexta Efganistanê ji aliyê Talîban ve, balansên li deverê guherîn. Biryar bû Tirkiye ji serê payîzê pê ve serbazên xwe li balafirxaneya Kabûlê cîbicî bike da ku balefirxaneyê li hemberî Talîban biparêze. Lê belê niha hikûmeta Efganistanê ji xwe bi avayekî de facto, Talîban e. Enqere niha di daxuyaniyên xwe de ew peyamê dide ku heger ew bi Talîban re li hev bikin, hê jî dikarin di kintrola Balafirxaneya Kabulê de rolekê bilîzin. Beşek ji şarezayên babetê dibêjin Tirkiye li gorî rastiyên li deverê tevdigere.
Şîrovekarê Siyasî, lêkolînerê SETAyê Can Acun ji K24ê re got: “Tirkiye wek Çîn, Rûsya û Pakistan di çarçoveya rastiyên li deverê de hewl dide pêwendiyên bi Talîban re bi avayekî stratejîk birêve bibe. Lê belê em dibînin, opozîsyona Tirkiyê li dijî ev yekê derdive, helwêsta wan jî binakok e. Opozîsyon him penaberan naxwaze him jî diyaloga bi Talîban re naxwaze.”
Her wiha şarezayên ji deverê jî dibêjin, kintrola balafirxaneya Hamid Karzai dê bi temamî di destê Talîban de be.
Ji Kabûlê rojnameger û nivîskar Javad Rana ji K24ê re got: “Beriya bidestxistina kintrola Kabula paytexta Efganistanê, Serokkomarê Tirkiyê, Talîban wek dagirker binavkiribû. Talîban tiştên wiha ji bîra xwe nabe. Li aliyê din mijara penaberan jî niha di nava dewletên têkildar de dibe sedema nigeraniyan. Heger dewletên rojavayî penaberan naxwazin, hewceye bo sererastkirina aboriya Efganistanê alîkarî ji hikûmeta Talîban re bikin. Bi ya min ew roj jî gelek dûr nînin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li ser mijara Efganistanê bi Serokwezîra Almanyayê Merkel re dicive. Beriya niha nûnerê karên derve yê YEê Josep Borrel jî destnîşan bi mijara penaberan kiribû û gotibû hewceye ew bi Talîban re diyalogekê danên.