Qonaxeke din a projeya riya 150 metrî ya Hewlêrê tê vekirin

Beşa ku dê were vekirin, di navbera riya (Hewlêr - Şeqlawa) ta riya (Hewlêr - Koye) de ye û dirêjahiya wê (7.2) kilo metro ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser destpêkirin û temamkirina beşeke din a projeya riya 150 metrî li Hewlêrê da.

Femangeha Medya û Zanyariyan ragihand, bi armanca temamkirina projeya riya 150 metrî a Hewlêrê ku riyeke bazneyî ya girîng a bajarê Hewlêrê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da ji bo destpêkirin û temamkirina beşeke din a vê rêyê.

Hat diyarkirin, beşa duyem a ku dê were vekirin, di navbera riya (Hewlêr - Şeqlawa) ta riya (Hewlêr - Koye) de ye û dirêjahiya wê (7.2) kilo metro ye. Bi wê re jî riyên xizmetkariyê jî li gor yasa û rênimayan werin dirustkirin.

Karê riya bazneyî ya 150 metrî ya Hewlêrê, ji aliyê kompanyaya Hêmin Grup ve tê cibicîkirin û heta niha beşa ji riya (Hewlêr - Behrike) ta riya (Hewlêr - Şeqlawa) ku 10 kîlo metro ye temam bûye û di kar de ye.

Bi temambûna projeya riya 150 a Hewlêrê, gelek qerebalixî li nava bajarê Hewlêrê kêm dibe.

Projeya riya 150 metrî 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, Ew riyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne. Beşa duyem ya vê projeyê dê were dirustkirin.

Riya 150 metrî ya bazneyî ya bilez, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji riyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tê.