Li Balafirgeha Kabulê teqîneke bihêz rûda!

Li ber deriyê Balafirgeha Kabula paytexta Efxanistanê teqînek çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku teqîneke bihêz li ber deriyê Balafirgeha Kabula paytexta Efxanistanê rûda, ku hîn di destê hêzên Amerîkayê de ye û balafirgehê ji bo veguhestina serbazên xwe bi kar tînin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand; teqîn bi rêya kesekî xwekuj ve hatiye encamdan. John Kirby eşkere kir ku proseya veguhestina welatiyan ji Balafirgeha Kabulê dê berdewam bibe.

Hîn ti aliyekî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe, lê beriya saetekê Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ragihand ku DAIŞ bi tundî gefê li Balafirgeha Kabulê dixwe.

 

 

Fly Erbil Advertisment