Teqîneke din jî li Balafirgeha Kabulê rûda!

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand; çend xulek piştî teqîna li ber deriyê Balafirgeha Kabulê ya Efxanistanê, teqîneke din jî rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand; çend xulek piştî teqîna li ber deriyê Balafirgeha Kabulê ya Efxanistanê, teqîneke din jî rûda.

Hat ragihandin ku ji ber teqînê kuştî û birîndar hene û li gor zanyariyên destpêkê 3 serbazên Amerîkayê di nav birîndaran de hene.

Nîv saet beriya teqîna duyem, teqînek bi rêya kesekî xwekuj ve li Balafirgeha Kabulê hatibû encamdan û ji ber aloziya rewşê, hîn hejmara qurbaniyên van teqînan bi temamî nayê zanîn, lê belê li gor amarên ne fermî yên medyaya Efxanistanê, di teqînan de herî kêm 15 kes hatin kuştin û tenê di teqîna ewil de herî kêm 15 kes birîndar bûn.

Teqîna yekem li ber deriyê Balafirgeha Kabula paytexta Efxanistanê rûda, ku hîn di destê hêzên Amerîkayê de ye û balafirgehê ji bo veguhestina serbazên xwe û efxaniyên ku ligel wan xebitîne, bi kar tînin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand; teqîn bi rêya kesekî xwekuj ve hatiye encamdan. John Kirby eşkere kir ku proseya veguhestina welatiyan ji Balafirgeha Kabulê dê berdewam bibe.

Beriya çend saetan Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ragihand ku DAIŞ bi tundî gefê li Balafirgeha Kabulê dixwe.

Fly Erbil Advertisment