Hejmara kuştiyên teqîna Kabulê hat ragihandin
Hejmara kuştiyên Tevgera Talîbanê ji yên serbazên Amerîkayê zêdetir e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Tevgera Talîbanê û nexweşxaneyên paytexta Efxanistanê ragihandin ku hejmara qurbaniyên derdora Balafirgeha Kabulê gihiştiye 72 kesan.
Berpirsê Talîbanê eşkere kir ku 28 çekdarên Tevgera Talîbanê di teqîna nav Balafirgeha Kabulê de hatine kuştin û ragihand ku hejmara kuştiyên Talîbanê ji yên serbazên Amerîkayê zêdetir e.
Herwiha diyar kir ku ti hincetek ji bo dirêjkirina dema vekişîna artêşa Amerîkayê û hevpeymanên wê tune ye û divê di dema xwe ya diyarkirî de ji Efxanistanê derkevin.
Li aliyê din, Tevgera Talîbanê bi fermî teqîna Kabulê şermezar kir û sedema teqînê jî weke hebûna artêşa biyanî li Balafirgeha Kabulê nîşan da.
Hejmara kuştiyên artêşa Amerîkayê jî gihişte 13 kesan, serbazê herî dawî jî ji ber giraniya birîna xwe, vê sibê canê xwe ji dest da.
