Çalakiya malbatên li ber deriyê HDPê derbasî sala sêyem bû
Çalakiya malbatên ku îdîa dikin zarokên wan bi navbenkariya HDPyîyan gihiştine hêzên PKKê derbasî sala sêyan bû.
Diyarbekir (K24) - Çalakiya malbatên ku îdîa dikin zarokên wan bi navbenkariya HDPyîyan gihiştine hêzên PKKê derbasî sala sêyan bû. Bi vê boneyê li ber derê avahiya HDPê ya Diyarbekirê çalakiyeke hat kirin û wezîr û siyasetmedarên AK Partiyê jî beşdar bûn. Siyasetmedarên AK Partiyê gotin ku; PKK zirarê dide hemû kurdan. Malbatan jî dan zanîn ku heta niha 32 zarokên wan ji PKKê vegeriyan e û heta ew hemû bigihin zarokên xwe dê çalakiya wan bi şev û roj berdewam bike.
Hejmareke malbatên ku îdîa dikin zarokên wan bi navbeynkariya HDPyiyan gihiştine hêzên PKKê di 3ê Îlona 2019an de li ber derê avahiya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Diyarbekirê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbatan du 2 sal li pey xwe hişt. Di vê maveyê de hejmara malbatên ku daxwaza zarokên xwe dikin gihişt 234an.
Wezîra Malbat û Xebatên Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyeyê Derya Yanik, siyasetmedar, saziyên civaka sivîl û malbatên ku ji bajarên cûda yên Bakur û Tirkiyeyê hatine beşdarî çalakiyê malbatan bûn.
Derya Yanik diyar kir: “Ev çalakiya malbatan têkoşîneke gelek watedar e. Çalakiya malbatan hêviyê dide û hin zarokên wan lêvedigerin. Jixwe ev hêviya me ya ji vê têkoşînê bû. Heta ku ev malbat bigihin zarokên xwe emê piştgiriya wan bikin. Ez bang li sazî û rêxistinên parastina mafên mirovan yên navdewletî dikim ku ew jî piştgiriya têkoşîna malbatan bikin.”
Ji 24ê Tebaxa 2019an heta niha zarokên 32 malbatan lê vegeriyan e. Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Muhterem Înce di çalakiyê de got; ji bilî zarokên malbatên di çalakiyê de 630 kesên din jî hatine qanihkirin û ji nav PKKê vegeriyane.
Wezîrê berê yê Ajaldarî û Çandiniyê Mehdî Eker got; dilê van malbatan bi hesreta zarokên wan şewitiye û ew dixwazin bigihin zarokên xwe.
Mehdî Eker ji K24ê re diyar kir: “Dilê wan şewitî ye. Sebiyên wan yên piçûk, yên 9, 10, 12 salî an xapandine an jî bi zordestî ew birine serê çiyan. Ev dayîk, ev reben, ev malbat dixwazin ku bigihin zarokên xwe. Ev PKK neyarê kurdan e. Neyartiyê bi kurdan re dike. Ne bi ti kesê din re.”
Di 22ê Tebaxa 2019an de Hacîre Akar li ber berê avahiya HDPê bi daxwaza ku kurê wê lêvegere dest bi çalakiyê kir. Piştî du rojan kûrê wê lê vegeriya û got; ne çûyîbû nav PKKê. Di 3yê Îlona 2019an de çalakî berfirehtir bû û niha jî bi şev û roj berdewam dike.
Îbrahîm Ereglî ku kurê wî gihiştiye PKKê, diyar kir: “Em aşiqê aşitiyê ne jî; em aşiqê hemî tiştan e. Em dixwazin zarokên me bînin teslîmî me bikin. Ew ji me re bûne qehr, bi şev û roj ji dilê me dernakevin. Kezeba me dişewite.”
Tehsîn Ertaş jî destnîşan kir: “Ez ji Wanê hatime. Kurê min Yusuf Ertaş e. Ez kurê xwe ji HDPê dixwazim. Ez tiştekî din naxwazim, tenê ewladê xwe dixwazim. Ev 8 salin ku ewladê min çûye. Ti hayê min jê nîne mamo. Me divê aşitî çêbe û ev bela ji holê rabe. Bi hêviya Rebê alemê ve ye.”
Ekrem Aslan jî dibêje: “Ev 8 sal in kurê min çûye. Li bajarê Balikesîrê zanîngeh dixwend, ji wir çûye. Heger sax be Xwedê silametiyê bide heger mirî be Xwedê rehma xwe lê bike. Em nizanin heye an tine ye. Her Xweda dizane. Înşaelleh sax be. Em dixwazin vegerin, aşitiyek çêbibe, aşitiya civakî çêbibe heq heq be.”
HDPê derê avahiya xwe girtiye û xebatên xwe yên siyasî li cihekî din birêve dibe. Siyasetmedarên HDPê dibêjin; wan jî xwestiye ji malbatan re bibin alîkar lê tiştek ji destê wan nayê û divê malbat zarokên xwe ne ji HDPê; ji dewletê bixwazin. Malbat tînin ziman; heta ku bigihin zarokên xwe bi şev û roj dê çalakiya xwe berdewam bikin.