Li Diyarbekirê piştî 13ê Îlonê dema waneyan dê 30 xulek be

Lijneya Tendirustiya ya Diyarbekirê li ser dema waneyan biryarek da.

Diyarbekir (K24) - Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku piştî civîna Lijneya Tendirustiya ya Bajêr ku di çarçoveya bergiriyên Vîrusa Koronayê de hatiye kirin, biryar hatiye wergirtin ku di dibistanan de demê waneyan 30 xulek bin.

Lijneya Tendirustiyê ya Bajêr a Diyarbekir li gel Parêzgariya Diyarbekir civînek di çarçoveya bergiriyên Vîrusa Koronayê de li dar xist û hat ragihandin ku dê ji 13ê Îlonê de pê de li tevahiya Diyarbekir demê waneyan 30 xulek bin.

Hat amajekirin ku ev biryar di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê de hatiye wergirtin. Di biryarê de hişyarî jî hat dayîn ku di cîbicîkirina biryarê de bila sazî û rayedarên berpirs haydar bin û biryar bila bê kêmasî were cîbicîkirin.

Hat ragihandin ku biryar di çarçoveya yasaya jimare 1593 a parastina tendirustiya giştî de li gorî xala 23. hatiye ragihandin.