Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên lê dijîn, her dem wek tabloyeke ciwan dimîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê, Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de dest bi kar kir.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmarek ji wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê, li Dêra Yuhenna Memdan a Enkawayê de, Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî Mar Awa yê Sêyem di merasîmekê de dest bi kar kir.

Piştî merasîmê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên lê dijîn, her dem wek tabloyeke ciwan dimîne.

Herwiha got: “Peyama me ji hemû xwişk û birayên Mesihî re ew e, Iraq bi giştî ciwan e bi wê tabloya pêkvejiyanê ku em hemû bi hev re di vî welatî de dijîn. Hêvîdar im em hemû bi hev re xizmeta vî welatî bikin.”

Mar Awa Royel 1974an ji dayîk bûye, di sala 2007an de diktoraya lahota pîroz bi dest xistiye, di sala 2008an de pileya Usqifê Pîroz wergirtiye.

Fly Erbil Advertisment