Li Hewlêrê Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan tê vekirin

Kevirê binyatê yê projeya Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan li Hewlêrê hat danîn.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê kevirê binyatê yê projeya Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan li Hewlêrê hat danîn.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferaseke rojnamevanî de ragihand, ji sala 2014an ve du milyon koçberên Iraqî û Sûrî hatine Herêma Kurdistanê, ji wan niha yek milyon koçber û penaber li Kurdistanê mane, ji ber ku bi sedema rewşa ewlehiyê ya xirap, ew nikarin vegerin cih û warên xwe.

Wezîrê Navxwe got: “Em hêvîdar in aramî û ewlehî li cihê wan koçber û penaberan çêbibe, ji bo ew bikarin bi dilê xwe û bi hevkariya rêxistinên navdewletî û Netewên Yekgirtî vegerin cih û warên xwe.

Herwiha diyar kir: “Heta yek koçber li van kampekê bimîne jî, em deriyê kampê nagirin.”

Wezîrê Navxwe da zanîn: “Niha dora 250 hezar penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê ne. Em bi hêvî ne ew jî bi serbilindî vegerin herêmên xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di pirsa vegerê de alîkariya wan bike, ji ber ku demek e hejmarek ji welatên alîkariya pêşkêş dikin ji ber rewşa belavbûna Koronayê hevkariya Herêma Kurdistanê nakin.”

Herwiha got: “Pêwîst e Hikûmeta Federal a Iraqê, welatên alîkariya pêşkêş dikin û Netewên Yekgirtî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, ji bo em bikarin erkê xwe li hember penaberan cibicî bikin.”

Diyar kir jî: “Vekirina vê navendê, ji koçber û penaberan rr gelekî girîng e, ji bo xizmetên cuda û şêwirmendiya yasayî werbigirin. Pêştir wan serdana çend cihan dikirin, lê niha li yek pencereyê tevahiya kêşeyên wan dê çareser bibin.”