Welatiyekî Duhokî li Mekehê koça dawî kir
Biryar e îro li Goristana Şehîdên Heremê ya li Mekeha pîroz were veşartin.

Hewlêr (K24) – Ragihandina Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir; îro pêncşemê umrekarekî welatiyê Herêma Kurdistanê, piştî geştkirina bo welatê Erebistana Siûdî bi mebesta suneta umreyê, li bajarê Mekeha pîroz koça dawî kir.
Hat ragihandin ku navê umrekar Mistefa Silêman Mistefa Mizûrî ye û nişteciyê bajarê Duhokê ye û piştî tûşbûna bi celteya dil û tedawiya pênc rojan li Nexweşxaneya Melîk Ebdullah, koça dawî kir.
Li ser vê mijarê, Rêveberê Hec û Umreyê yê Duhokê Mela Sermed Cemîl ev agahî piştrast kir û biryar e îro li Goristana Şehîdên Heremê ya li Mekeha pîroz were veşartin.