Li Tirkiyê 27 hezar û 844 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 217 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Korona li Tirkiyê
Korona li Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 217 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 27 hezar û 844 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 21 hezar û 267 kes baş bûne.