Leşkeran penaber avêtin nav Çemê Merîçê: 2 penaber winda ne
Di 23-24ê Tebaxê de li ser fermana serleşkerekî Artêşa Tirkiyê, leşker 45 penaberên Sûrî diavêjin nav Çemê Merîçê.
Stenbol (K24) – Di 23-24ê Tebaxê de komek leşker li ser fermana serleşkerekî Artêşa Tirkiyê 45 penaberên Sûrî ku di nava wan de jin, zarok û nexweş jî hene diavêjin nav Çemê Merîçê. Heta niha 2 penaber winda ne û derbarê aqîbeta wan de de tiştek nayê zanîn. Bavê Mohammet İsmail penaberê winda bangê li rayedaran dike da termê kurê wî bê dîtin û kesên tevlî vî sucî jî bûne bêne sizadan.
Trajediya penaberên Sûrî berdewam dike. Mehek berê di 23-24ê Tebexê de hejmareke zêde ya ji penaberên Sûrî pêk tê dixwazin derbasî Yewnanîstanê bibin. Penaberên ku bi agahdariya leşkerên Tirkiyê derbasî rexê Yewnanîstanê dibin, ji aliyê Hêzên Ewlehiya Sînor yên Yewnanîstanê ve têne girtin. Piştî nasnameyên wan tên desteserkirin, îşkence li an tê kirin tevlî kincên wan û hemû eşyayên wan yên bi qîmet jî ji wan tên standin, ji aliyê hêzên Yewnanî ve careke din bi rêya botan li Tirkiyê têne vegerandin. Vê carê jî ji bo ku ew penaber nekarîbûne derbasî aliyê Yewnanîstanê bibin, bi fermana serleşkerekî Artêşa Tirkiyê nêzîk 45 penaberên Sûrî bo komên 5 kesî têne dabeşkirin ku di nava wan de jin û zarok û nexweş jî hene diavêjin nav Çemê Merîçê. Yên ku karîn, bi soberiyê xwe digihînin wî aliyê avê, lê yên soberiyê nizanin jî di nava Çemê Merîçê de ku kûrahiya wê 2 metro zêdetir e winda dibin. Di vê bûyerê de 2 penaberên Sûrî winda ne. Mohammed Al Alî (1984-Halep) û Mohammed îsmaîl (Haleb-1992) Li ser vê yekê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan bi beşdariya malbatên penaberên winda û parêzerên wan daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.
Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê Vedat Çağirtekîn û Ahmet Baran Çelîk û endamê Encûmena Platforma Penaberan Taha Elgazî beşdarî di daxuyaniya çapemeniyê de kirin. Komeleyê, malbat û parêzeran bang li rayedaran kirin da ku penaberên winda bêne dîtin û kesên sucdar jî bêne sizakirin.
Seroka Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got: "Li Tirkiyê 4 milyon penaberên tomarkirî bi giştî 5 milyon penaber hene. Ligel binpêkirina mafên mirovî yên penaberan, êrîş û sûcên nefretê jî tû bergirî nayên ragirtin. Penaber wek amûreke bazarên siyasî têne bikaranîn. Ji bo daxaza jiyaneke bi ewle, mafên rewa û naskirî penaber mecbûr dimînin ku bi rêyên qaçaxî derbasî hin welatên Ewrûpayê bibin. Di vê rêwîtiyê de îşkenceyê dibînin û canê xwe ji dest didin. Di bûyera Çemê Merîçê de 2 proseyên hiqûqî hene. Yek sizadana kesên sucdar ku penaber avêtine nava avê. Ya dûyem jî, dîtina penaberên winda."
Abdulkerîm El Alî penaberê Sûrî ku ji aliyê leşkeran ve ew jî bo Çemê Merîçê hatiye avêtin û ji mirinê filitiye dibêje; piştî ew tiştên ez bûme şahidê wan careke din hewl nadim ku derbasî Yewnanîstanê bibim.
Penaberê bo Çemê Merîçê hatiye avêtin Abdulkerîm Elalî dibêje: "Leşkeren Tirkiyê wek komên 5 kesî em dabeşkirin û avêtin nava Çemê Merîçê. Piştî avêtin nav avê 2 kesên di koma Mohammed îsmaîl de winda bûn û tû agahî ji wan derneket. Wisa difikirim ku mirine. Di zûtîn katê de dixwazin kesên winda bêne dîtin û yên ji vê bûyerê ji berpirsiyar in bêne sizadan."
Elî Ahmet îsmaîl bavê penaberê winda Mohammed İsmailê 29 salî ku ji Helebê lêxistiye û hatiye heta Edîrneyê jî dibêje; dilê min dêşe, sax an jî mirî ji rayedarên Tirkiyê dixwazim ku kurê min bê dîtin.
Bavê penaberê winda Elî Ahmet Îsmaîl got: "Ji roja ku kûrê min windaye dilê min diêşe û wek malbat em gelek xemgînin. Sax an jî mirî em ji rayedarên Tirkiyê dixwazin ku zarokên me radestî me bikin."
Parêzerê Komeleya Azadiya ji Bo Hiqûqê Vedat Çagirtekîn jî dide zanîn, ev bûyera Çemê Merîçê ku penaber avêtinê bûyereke gelek dilsoj e. Piştî ew bi mexdûrên bûyerê re axivîne doz vekirine û jêpirsîna wan jî dom dike.
Parêzerê Komeleya Azadiya ji Bo Hiqûqê Vedat Çagirtekîn diyar dike: "Xebata me ya li ser penaberên winda berdewam dike. Di hevdîtinên me de AFADê ragihand 'heta destûreke fermî nîn be ew nikarin lêgerînê bidin destpêkirin' li ser vê yekê me serî li rayedarên leşkerî yên Edîrneyê xist û ji wir jî berê me dan parêzgariyê. Lê niha hertişt li vir xitimiye. Em dixwazin xebata lêgerina penaberên winda bê destpêkirin. Heta dawiyê em ê proseya darazê berdewam bikin da kesên sucdar bên sizadan."
Parêzerê din yê doza penaberên winda Ahmet Baran Çelîk jî diyar dike, ji bilî sînorê Edîrneyê, li sînorê Sûriyê jî bobelatên mezin pêk tên. Li gorî lêkolînên me kirine ji sala 2011an heta 20ê Tebaxa 2021an li ser sînorê Sûriyê 502 penaber ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin. Ji wan 502 kesan 67 jê jin, 92 jê jî zarok in. Ji bilî vê 742 bûyerên birîndarkirinê jî pêk hatine. Ev binpêkirinên mafên mirovî bi rêbazeke pergalî tê meşandin. Li ser sînorê Edîrneyê jî bûyerên mirinê di asteyeke mezin de pêk tên. Ev her dû sînor veguherîne dojehê. Li aliyê din, Komeleya Azadiya ji Bo Hiqûqê amadekariyê dike hefteya pêşiya me raporta li ser binpêkirinên mafên penaberan ya amarên hatine ragihandin bi raya giştî re parve bike.