Serok Barzanî û Balyozê Fransa tekeziyê li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Parîsê dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26/9/2021 pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji balyozê nû yê Fransayê li Iraqê xwast û ji bilî amajepêdana bi serdana serok Macron bo Herêma Kurdistanê, tekezî li ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.
Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Fransayê tekez kir, dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de babeteke neguhêr û herdemî ye.
Di berdewamiya hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser hilbijartinên meha Cotmeha bê ya Encûmena Nûneran a Iraqê û her du aliyan hêvî xwast encamên hilbijartinan bibe sedema aramiyê û guhartinên erênî û di berjewendiyên welatiyên Iraqê de bin.
Rewşa Şingalê mijareke din a wê hevdîtinê bû û tekezî li ser pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegera xelkê Şingalê ji bo nevçeyên xwe hate kirin.