Amerîka: Berpirsekî El Qaîde li Sûriyê hat kuştin
Artêşa Amerîkayê ragihand; roja 20ê Îlona derbasbûyî, li devera Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê, berpirsekî El Qaîde yê bi navê Salim Ebû Ehmed hate armackirin û kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê ragihand; roja 20ê Îlona derbasbûyî, li devera Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê, berpirsekî El Qaîde yê bi navê Salim Ebû Ehmed hate armackirin û kuştin.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê John Rigsby di daxuyaniyekê de ji malpera Military Times re eşkere kir: “Salim Ebû Ehmed berpirsê plan û peredarkirina komên El Qaîdeyê bû.”
John Rigsby herwiha ragihand: “Hîn em nizanin çend kesên sivîl ji ber wê êrîşa Amerîkî canê xwe ji dest dan, lê belê Salim Ebû Ehmed hat kuştin.”
Beriya niha Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby ragihandibû; roja 20ê Îlonê, li bakurê rojavayê Sûriyê berpirsekî El Qaîdeyê hatiye kuştin.