Erdhejek li devereke Herêma Kurdistanê qewimî!
Ranya (K24) – Beriya demeke kin, erdhejek li devera Raperîn a Herêma Kurdistanê rûda.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ji devera Raperîn ragihand; beriya demeke kin erdhejek li Ranya û derdora wê qewimî û welatiyan erdhej hîs kir.
Erdhej di demjimêr 09:59an de, bi pileya 2.8 a rîxterê bûye û navçeya Pişder a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê navenda erdhejê bûye.
Sê roj berê jî çend erdhej bi pileyên cuda li sînorê Kelarê qewimîbûn.