Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hingaryayê yê nû kir
Konsulê Giştî yê Hingaryayê: Em bi rêz û pêzanîn ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê dinirxînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hingaryayê yê nû li Herêma Kurdistanê Attila Tos kir.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Giştî yê Hingaryayê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê de jê re xwast.
Konsulê Giştî yê Hingaryayê destnîşan kir, welatê wî bi rêz û pêzanîn ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê dinirxîne. Daxwaza Hingarya ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di ware weberhênan û bazirganiyê de.