Metran Beşar Werde: Ji ber navçekirina Enkawa em spasiya Serokwezîr dikin

Enkawa melbenda herî mezin a niştecîbûn û kombûna malbatên Mesîhî ye li asta Rojhilata Navîn.

Metran Beşar Werde
Metran Beşar Werde

Hewlêr (K24) – Biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo navçekirina nahiya Enkawa, ji aliyê welatiyên Mesîhî yên li Enkawa û Kurdistan û Iraqê ve hat pêşwazîkirin. Serokê Esqofiyê Ebreşî yê Kildanî yê li Enkawa Metran Beşar Werde pîrozbahî li Mesîhiyan kir û ragihand; Enkawa melbenda herî mezin a niştecîbûn û kombûna malbatên Mesîhî ye li asta Rojhilata Navîn.

Metran Beşar Werde beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû diyar kir: “Biryara navçekirina Enkawa biryareke stratejîk û girîng e ji bo Enkawa, ku dîrokeke wê ya demdirêj heye û pêwendiyeke wê ya bihêz ligel Hewlêrê ye û Enkawa di pêkvejiyanê de çîrokeke taybet e.”

Piştî rûxana rejîma Be'sê di sala 2003an de, li temamê bajar û deverên navîn û başûrê Iraqê, dema Mesîhî rûbirûyî tundiyê bûn, berê xwe dan Herêma Kurdistanê û beşek ji wan li Enkawa bi cih bûn.

Li ser vê mijarê Metran Beşar Werde diyar kir: “Piştî 2003an dema li Iraqê welatiyên Mesîhî rûbirûyî kêşe û zilm û çewsandinê bûn, hatin Enkawayê û ev dever ji bo wan bû cihekî aram. Piştî 2014an û êrîşên DAIŞê, Enkawa zêdetirî 13 hezar awareyên Mesîhî hewandin.”

Werde destnîşan kir: “Enkawa li Rojhilata Navîn weke cihê herî mezin ê Mesîhiyan tê dîtin. Em spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin ji bo vê biryara stratejîk. Hikûmera Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam piştevaniya Mesîhiyên li Enkawayê kiriye.”

Herwiha diyar kir: “Mesîhî weke pêkhateyek di demên berê de rûbirûyî asteng û çewisandinê bûne, li hember vê, Herêma Kurdistanê pêşwazî li malbatên Mesîhî kirine, derfet dane wan ku malbatên Mesîhî vegerin cih û warên xwe, ev şaristanî û kultur û hizr li vê herêmê heye. Her dem gundekî Mesîhiyan hebûye û li cem wî gundekî Kurdan hebûye û bi hev re jiyane û pêwendiyeke gelek baş û kûr a dîrokî û gelek mezin di navbera her du aliyan de heye û civaka Kurdistanê gelek mezin e.”

 

Fly Erbil Advertisment