Mizgefta mezin a Silêmaniyê tê nûjenkirin
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ragihand; mizgefta mezin a Silêmaniyê "Mizgefta Kak Ehmedê Şêx" tê nûjenkirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ragihand; piştî rizamendiya Encûmena Wezîran a Kurdistanê, mizgefta mezin a Silêmaniyê "Mizgefta Kak Ehmedê Şêx" tê nûjenkirin.
Wezaretê bi daxuyaniyekê eşkere kir; piştî ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq di meha gulanê de serdana mizgefta mezin a Silêmaniyê kir, ji bo rizamendî û dabînkirina lêçûnên nûjenkirina mizgeftê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî nivîsek pêşkêşî Encûmena Wezîran a Kurdistanê kiribû.
Hat diyarkirin ku piştî rizamendiya Encûmena Wezîran, biryar hat dayîn ku mizgefta mezin a Silêmaniyê were nûjenkirin û bi nivîsekê Wezareta Darayî hat erkdarkirin ji bo dayîna lêçûnên nûjenkirinê, ku 349 milyon û 680 hezar dînar e.
Herwiha wezaretê eşkere kir ku meha bê dest bi nûjenkirina mizgefta mezin a Silêmaniyê tê kirin.