Bi fermana Serokwezîr 42 ciwanên Kurd ku li Lubnanê asê mabûn bo Kurdistanê hatin vegerandin
Piştî ku 42 ciwanên Kurd hewl dabûn bi rêya welatê Lubnanê xwe bigihînin welatekî Ewropayê, ji aliyê hikûmeta Lubnanê ve hatin desteserkirin û di rewşeke gelek xirab de bûn.
Hewlêr (K24) – Piştî ku 42 xortên Kurd hewl dabûn bi rêya welatê Lubnanê xwe bigihînin welatekî Ewropayê, ji aliyê hikûmeta Lubnanê ve hatin desteserkirin. Piştre Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser fermana Serokwezîr, ew xort vegerandin Herêma Kurdistanê.
Îbrahîm Xidir Reşîd Behrî, ji beşa protokol û şandên Fermangeha Pêwendiyên Derve ji K24ê re ragihand; wan koçberan hewl dabûn bi rêya neyasayî bigihin welatekî Ewropayê, lê belê ji aliyê desthilatdarên Lubnanê ve pasaportên wan ji wan hatine standin û di rewşeke gelek xirab de bûn.
Behrî eşkere kir ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku ew 42 koçber bo Herêma Kurdistanê werin vegerandin û got: “Destpêkê me dest bi lêkolînê kir, bi rêyên fermî em gihiştin wan koçberan, ku di cihekî xirab de desteserkirî bûn.”
Herwiha diyar kir: “Ewilî ji wê rewşa xirab hatin veguhestin û li hoteleke baş hatin bicihkirin, da ku rêkarên yasayî werin cîbicîkirin û em wan veguhezînin Herêma Kurdistanê, çimkî pêwîstiya me bi demê hebû.”
Îbrahîm Xidir Reşîd Behrî ragihand: “Piştî gelek gotûbêjan, me karî hikûmeta Lubnanê razî bikin, ku ew 42 koçber bi zorê û bi awayekî xirab neyên deportkirin. Piştre, wan jî rizamendî nîşan da ku bi awayekî yasayî bo Herêma Kurdistanê werin şandin, ji bo vê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi rêkarên vegerandina wan 42 koçberan kirin, ku ji wan 10 kes ji Hewlêrê, 2 kes keçên Êzidî û 30 kes jî ji bajarê Silêmaniyê bûn.
Herwiha eşkere kir ku ew 42 koçberên Kurd bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihiştin Herêma Kurdistanê.