Îsraîlê êrîşî baregeheke esmanî ya Sûriyê kir

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, Îsraîlê bi mûşekan êrîşî baregeheke esmanî ya Sûriyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, Îsraîlê bi mûşekan êrîşî baregeheke esmanî ya Sûriyê kir û di encamê de 6 serbazên Sûriyê birîndar bûn.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê ragihand, şeva borî derdora demjimêr 21:00, Îsraîlê hejmarek mûşek arasteyî Balafirgeha T4 a li gundewarê Humsê ya li naverasta Sûriyê kirin.

Li gor zanyariyan di encama wê êrîşê de 6 leşker birîndar bûn û ziyaneke madî jî gihişt wê bingeha serbazî.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîşê cihê embarkirina dronan li nava wê balafirgeha serbazî kiriye armanc.

Îsraîlê berpirsyariya xwe ji encamdana êrîşê ranegihandiye.