Hejmara kursiyên Kurdan li Kerkûkê hat aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Kerkûkê Elî Beyatî ji K24ê re ragihand, rêjeya beşdariya welatiyan di proseya dengdanê de %39.4 bû.
Elî Beyatî diyar kir, piştî çend xulekên din encamên destpêkê li Kerkûkê dê bi riya Bexdayê re ji hemû Iraqê re werin belavkirin.
Destnîşan kir jî, her çend e hejmarek ji giliyan hatine tomarkirin, lê piştî ragihandina encamên destpêkê, dê kar li wan giliyan werin kirin.
Li gor zanyariyên ku ketine destê peyamnêrê K24ê, li bazneya Yek a Kerkûkê, egereke mezin heye kandîdê Ereb Eymen Hemedanî bi ser bikeve.
Her li gor zanyariyên destpêkê, li Kerkûkê Kurdan 6 kursî bi dest xistine û eger heye kursiya heftem jî bi dest bixe. Ereban 3 – 4 kursî û Tirkmenan 2 kursî bi dest xistine.