Grûpên çekdaran bacên giran li Efrîniyan disepînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekar ên ser bi Tirkiyê di binpêkirinên mirovî, dizî, talan û ferzkirina bacên giran li ser welatiyên Efrînê de berdewam in.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî pêr 13ê vê mehê 10 welatiyên gundê Memila yê ser bi navçeya Raco ve revandin.
Diyar kir jî, ew 10 kes bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, hatin girtin. Piştî ku çekdaran 1200 Lîreyên Tirkî ji her yekî ji wan standin, roja din ew hemû berdan.
Wî jêderî got jî, grûpa çekdar a bi navê Emşat baca 40 hezar Dolar li ser welatiyên gundê Qermîliq ê navçeya Şiyê ferz kir.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.