Şandeke bilind a Talîbanê li Enqerê ye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ligel şanda bilind a rêveberên nû yên Talîbanê li Enqerê civiya.

Şanda Talîbanê li Enqerê
Şanda Talîbanê li Enqerê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ligel şanda bilind a rêveberên nû yên Talîbanê li Enqerê civiya.

Civîna îro pêncşemê 14ê Cotmeha 2021ê ya şanda Talîbanê li Enqerê yekemîn civîn e bi berpirsên bilind ên Tirkiyê re ji dema ku Talîban li meha Tebaxê li Efxanistanê kontrola wî welatî xiste destê xwe.

Berdevkê bi navê Talîbanê diyar kiriye ku şanda li Tirkiyê bi serokatiya Birîkarê Wezîrê Derve yê Talîbanê ye.

Serdana Enqerê piştî wê yekê tê ku rêberên Talîbanê di destpêka vê hefteyê de li Qeterê bi rayedarên Amerîkî û yên Yekîtiya Ewropayê re çend rêzehevdîtin pêk anîbûn.

Hevdîtin, li Enqerê di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Amir Khan Muttaqi, wezîrê karên derve yê ji hêla Talîban ve hatî destnîşan kirin, pêk hat.

Çavusoglu, piştî civîna bi şanda Talîbanê re li Enqerê axivî û got ku wan li ser firînên ji Balafirgeha Kabulê gotûbêj kirine piştî ku Talîbanê di vê mijarê de ji Enqerê alîkarî xwest. Wî herwiha got ku Tirkiye di derbarê hikûmetek Efxanî ya berfireh û perwerdehiya keçan bo şanda Talîbanê pêşniyar kiriye.

Mevlut Çavuşoglu got, "Me hêviyên xwe yên di derbarê ewlehiyê de ji bo jinûve destpêkirina geştên asayî" ragihand. "Me careke din şîretên xwe yên di derbarê perwerdehiya keçan û ji bo karkirina jinan bi wan re parve kirin."

Fly Erbil Advertisment