Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryarên nû derxistin
Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê di civîna îro de biryarên nû derxistin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê di civîna îro de biryarên nû derxistin. Li gor biryarekê jî, ji niha û pê ve vaksînkirin li piraniya cihên girtî dibe bi neçarî.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ragihand, pêşniyazên Wezareta Tendirustiyê yên di civînê de hatin pêşkêşkirin û bi koma dengan hatin pesendkirin.
Li gor biryarên nû:
- Proseya perwedehiyê li dibistan, zanîngeh û peymangehan berdewam dibe û divê hemû maskan bikar bînin.
- Heta 1/1/2022an, divê tevahiya karmendên hikûmetê vaksînê werbigirin û û neçarî ye, her kesê pabend nebe jî dê rêkarên yasayî li hember wî werin girtin.
- Hemû xwendekarên di ser 18 saliyê re ne, divê vaksînê werbigirin û neçarî ye.
- Karmend û xwediyê kar ên sektora taybet divê vaksînê werbigirin û neçarî ye.
- Bi ti awayî rê nayê dayîn kombûnên civakî bên kirin û konên şîniyê bên danîn.
- Navendên vaksînkirinê tên zêdekirin.