Li Rojavayê Kurdistanê 39 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê amara herî bilind a canjidestdana bi vîrûsa Koronayê hat tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê amara herî bilind a canjidestdana bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 39 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 350 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 12 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 34460 kesan, ji wan 2404 kes baş bûne û 1277 kesan jî canê xwe ji dest dane.