Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 26ê Cotmehê kalemêrê 65 salî yê bi nave Şukrî Mihemed Ebdo ji navçeya Mabeta revand.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, Polîsa Leşkerî ya Cerablusê ji berî hefteyekê ve ciwanê Efrînî Ferhad Ehmed Hesen ê 27 salî li herêma Cerablusê revand.
Diyar kir jî, Ferhad Ehmed Hesen dema ji Herêma Kurdistanê vedigeriya Efrînê, li Cerablusê hat revandin û niha ji bo zîndana Maratê ya li Efrînê hatiye veguhastin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî ya Efrînê, çalakvanê Ereb Ehmed Berho revand, ji ber ku wî li tora civakî rexne li binpêkirinên grûpên çekdaran digirt.
Diyar kir jî, Ehmed Berho di dema dorpêça bajarê Helebê de, endamekî grûpa El-Hemzat bû, piştre jî wek çalakiyekî sivîl û medyayî kar dikir.