Efrîn.. Parêzereke Kurd ji aliyê çekdaran ve hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, ji çend rojan ve parêzeke Kurd revandine û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Polîsa Medenî roja 23ê Cotmehê parêzera Kurd Necah Omer Erûs ji bajarokê Raco revand.
Li gor wê rêxistinê, parêzer Necah Omer Erûs bi wê yekê tê tometbarkirin, di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê li ser Efrînê de, beşdarî mangirtineke nerazîbûnê bûbû.
Parêzer Necah Omer Erûs 51 salî ye, ji gundê Kûra yê navçeya Raco ye û berî mehekê ji bajarê Helebê vegeriyabû Efrînê.
Di meha Îlona borî de jî, grûpên çekdaran parêzer Manan Bayram ê ji gundê Kêla yê navçeya Raco revandibû û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
