Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li malbata Şehîd Îbrahîm Xidir Hêroyî kir

Pesnê qurbanîdan û fedakarî û niştimanperweriya malbata Şehîd Îbrahîm Hêroyî da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 28ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li malbata Şehîd Îbrahîm Xidir Hêroyî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê qurbanîdan û fedakarî û niştimanperweriya malbata Şehîd Îbrahîm Hêroyî da û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di kar û hewldanên xwe de ji bo xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan.

Malbata Şehîd Îbrahîm Hêroyî spasî û pêzanînên xwe ji bo xemxurî û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo kesûkarên şehîdan nîşan da.