Li Herêma Kurdistanê 844 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 844 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 844 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 844 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 264 kes li Hewlêrê, 165 kes li Silêmaniyê, 300 kes li Duhokê, 34 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1296 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 480 kes li Hewlêrê, 439 kes li Silêmaniyê, 288 kes li Duhokê, 23 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 55 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 359746
Mirin: 6374
Başbûn: 339913
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye