Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Rêxistina Xêrxwazî ya LDS kir

Şanda Rêxistina Xêrxwazî ya LDS pesnê Herêma Kurdistanê da, ku tevî rewşa dijwar a aboriyê, mêvandariya zêdetirî milyonek aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda, didomîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şanda bilind a Rêxistina Xêrxwazî ya LDS a Amerîkî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şanda bilind a Rêxistina Xêrxwazî ya LDS a Amerîkî kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 28ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li şanda bilind a Rêxistina Xêrxwazî ya LDS a Amerîkî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Rêxistina LDS kir ku di çend salên borî de bi hemahengiya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çendîn projeyên hevbeş ji bo alîkarîkirina aware û penaber û xelkê hejar û kêmdahat ên li Kurdistanê encam dane.

Şanda Rêxistina Xêrxwazî ya LDS pesnê Herêma Kurdistanê da, ku tevî rewşa dijwar a aboriyê, mêvandariya zêdetirî milyonek aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda, didomîne.

Di beşeke din a hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya alîkarî û xweşkirina zemînê ji bo vegerandina awareyên Şingalê bo cih û warên wan hat kirin.