Di salvegera biryarnameyan de mexdûr daxwaza vegera karê xwe dikin

Li Diyarbekirê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan ji aliyê Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve di salvegera Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de daxuyaniyek hat dayîn.

Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyek da
Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyek da

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan ji aliyê Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve di salvegera Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de daxuyaniyek hat dayîn. Hat amajekirin erkê derxistina biryarnameyan bo berjewendiyên desthilata Ak Partiyê hatiye bikaranîn û bi deh hezaran kes hîn jî mexdûr in.

5 sal ji ser derxistina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de derbas bûn ku piştî hewla derbeya leşkerî rewşa awarte li Tirkiyeyê hatibû ragihandin û biryarnameyên hikmê qanûnê de hatibûn derxistin ku bi deh hezaran kes ji karên xwe hatibûn derxistin an jî dûrxistin.

Di 5. salvegera biryarnameyên hikmê qanûnê de ji aliyê Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat amajekirin ku komisyona rewşa awarte ku kesên ji kar hatine derxistin ji bo lêgerîna mafên xwe serî lê didin ji qestî pêvajoyê dirêj dike.

Endazyarê Çandiniye Samet Ucama yê ku bi biryarnameyê ji kar hatibû derxistin dibêje; komisyona rewşa awarte wekî ku rewşa awarte hîn jî di meriyetê de be kar dike.

Samet Ucama ji K24ê re diyar kir: “Komîsyona Rewşa Awarte bi awayeke kêfî giran dimeşe. Ev nêzîkî şeş sal in gelek dosya ber deste Komîsyona Rewşa Awarte de ne lê pergal ji qestî wisa hatiya danîn ku komîsyon biryaran dereng bide.”

Nûnerên saziyên karker û xebatkaran balê dikêşin ku di serdema rewşa awarte de bi deh hezaran kes ji karê xwe bûn û ev yek rastî demek wisa hat ku qeyrana aboriyê jî her ku diçe kûrtir dibe û kesên bêkar mane jî li ber xwe didin.

Akademîsyenê Berê yê Zanîngeha Dîcleyê Zekî Kanay ku bi biryarnameyê ji kar hatibû derxistin dibêje; bi vê pergalê dixwazin mirovan bi nanê wan terbiye bikin.

Zekî Kanay destnîşan kir: “Pergal wisa hatiye danîn ku dixwazin mirovan bi nanê wan terbiye bikin û mirov serî li ber wan bitewînin. Wê demê jî gotibûn bila herin qaşilê daran bixwin. Lê me serî netewand û ev dîmenê vê derê jî nîşan dide ku emê serî netewînin. Lê ji her alî ve jî bandorek xirap li ser mirovan û civakê dike.”

Di serdema rewşa awarte ya ku 2 salan dom kir de 32 biryarname hatin derxistin ji wan jî 15 biryarname yên ji kar derxistinê bûn ku 125 hezar û 678 kes ji kar hatin derxistin, ji van kesan 7 hezar û 500 kes bi biryarnameyan an jî bi biryarên komîsyonê vegeriyan ser kar. Komîsyona Rewşa Awarte jî dide zanîn ku wan derbarê %93yê serîlêdanan de biryar dane.