Platforma Zimanê Kurdî sê salên xwe temam kir

PZKê ragihand: "Armanca sereke ya platformê ew e ku zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî."

Platforma Zimanê Kurdî
Platforma Zimanê Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku 29ê Cotmeha sala 2018an de hat damezrandin, sê salên xwe temam kir û di sê saliya xwe de daxuyaniyek belav kir û ragihand; armanca sereke ya platformê ew e ku zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî.

PZK di daxuyaniya xwe de li ser armanca sereke ya xebata xwe diyar kir: “Platforma Zimanê Kurdî ji dewleta Tirkiyê daxwaz dike ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Li kêleka zimanê Tirkî zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyeke yasayî û Kurdî di hemû saziyên dewletê de were bikaranîn. Qebûlkirina zimanê Kurdî divê him di Qanûna Bingehîn de û him ji di qanûnên ku karûbarên dewletê birêve dibin de eşkere were pesendkirin. Ji bona ku em karibin vê pêvajoyê bi hêsanî derbas bikin, Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku Saziya Zimanê Kurdî di parlamentoya Tirkiyê de jî bê guftûgokirin û damezrandin.”

Platform balê dikşîne ser asta bikaranîna zimanê Kurdî û dibêje: “Asta bikaranîna zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di xeterê de ye. Gelek mirovên Kurd asimîle bûne, ji ziman, dîrok, nasnama û kultura xwe bi dûr ketine. Di têkiliyên civakî û siyasî de zimanê Kurdî di asteke berfireh de nayê bikaranîn. Heke ev pêvajo wisa berdewam bike, wê netewa Kurd li Bakurê Kurdistana têk biçe.”

PZK destnîşan dike: “Ji ber vê sedemê em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku hişmendiya zimanê Kurdî di nava gelê me de berz bibe. Em daxwaz dikin ku partî û saziyên siyasî xebatên xwe bi zimanê Kurdî bikin. Serok, şaredar, parlamenter û hwd baş bi Kurdî zanibin, bila serokên saziyên sivîl bi Kurdî zanibin, yên ku zimanê xwe nizanibin neyên peywirdarkirin. Ango Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku zanebûna zimanê Kurdî di karê siyasî û civakî de bibe pîvaneke sereke. Siyasetmedar, rewşenbîr û gelê me bi tevahî divê pêşî fêrî zimanê xwe bibin. Ji ber ku ji bona miletê Kurd ev yekê hanê erkek netewî ye. Pirsa man û nemanê ye.”

Herwiha diyar dike: “Ji bo ku em bigihîjin armancên xwe, xebatên PZK hene ku xwe bigihîne Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Unesco û saziyên ku bi pirsa ziman ve têkildar in. Me heta niha serdana Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Tirkiyê kiriye. Me bi partiyên siyasî yên Tirkiyê re di asta serokan de hevdîtin kirine. Têkiliyên me bi medya Kurdî re û yên din re jî gelek baş in. Medya Kurdî bi me re heta niha baş alîkar bûye. PZK raporek hiqûqî li ser rewşa zimanê Kurdî peşkeşî konsulxaneyên biyanî yên li Tirkiyê kiriye, pêwendiyên me bi wezaretên dervê yên dewletan re hene. PZK heta niha semîner, panel, konferans û çalakî li ser zimanê Kurdî kirine.”

Platformê bal kişand ser xebatên xwe û diyar kir: “Herî dawî di roja 21ê Sibata 2021ê de me kampanyayeke îmzeyên ji bona ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî dest pê kiriye. Armanca me di vê kampanyayê de ev e ku em mîlyoneke îmza kom bikin. Lê baş tê zanîn ku pandemî heta niha bûyê astengeke mezin li himber çalakiyên kulturî û siyasî.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Di nava xebata Platforma Zimanê Kurdî de baş zelal bûye ku partî û tevgerên Kurdan li ser daxwazên netewî dikarin bi hevdû re kar bikin. Di pirsa ziman de Kurd hevbeş in. Di pirsa mafê ziman de Kurd hevbeş in. Ji ber vê yeke Platforma Zimanê Kurdî li miqabilî hestyariyên siyasî, li hemberî endamê xwe bi rêzgirtin tevgeriyaye, bi hevbeşî karê xwe kiriye û bûye mînakek pêşketî ji bo hevbeşbûna netewa Kurd.”

Platforma Zimanê Kurdî ji aliyê neh partî û tevgerên siyasi ve hatiyê damezrandin. Di damezrandina platformê de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî beşdar bibûn. Partiyên ku Platforma Zimanê Kurdî damezrandin ev in; PAK, PSK, HDP, PDK Bakur, PDKT, Tevgera Azadî, KKP, DBP, PIA.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Sê saliya PZKê li Gelê Kurd pîroz be! Zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye û taca serê Kurdan e.”