Li Rojavayê Kurdistanê 31 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê amareke din a bilind a canjidestdana bi vîrûsa Koronayê hat tomarkirin.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê amareke din a bilind a canjidestdana bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 31 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 403 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 14 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 35143 kesan, ji wan 2426 kes baş bûne û 1324 kesan jî canê xwe ji dest dane.