Sedir: Hejmarek welat destwerdanê di karûbarên Iraqê de dikin
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand; çend welatên herêmî destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand; çend welatên herêmî destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de dikin û herwiha red dike ku danûstandinê ligel wan welatan bike.
Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Agahî tên destê me ku destwerdana welatên herêmî di karûbarên hilbijartinên Iraqê de heye, herwiha guvaş li ser alî û fraksiyonên siyasî heye ji bo berjewendiyên derve ku ziyaneke zêde li ser Iraq û gelê wê heye.”
Sedir destnîşan kir; ew ji wan welatên ku destwerdana wan a eşkere heye daxwaz dike ku demildest destê xwe ji van reftaran hilgirin.
Rêberê Tevgera Sedir herwiha eşkere dike: “Ez danûstandina li gel wan welatan red dikim û divê aliyên siyasî guh nedin wan û wan nekişînin nav karûbarên me yên navxwe. Em xelkê Iraqê ne û em tenê dikarin pirsgirêkên xwe li nava xwe çareser bikin.”
Muqteda Sedir di dawiya peyama xwe de dibêje ku destwerdan û kişandina wan dewletan sivkayetîkirin e bi Iraq, gelê wê, serbixwebûn û heybet û serweriya wê.